PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê û Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BCF) bo emeliyatên dil yên vekirî bikin tîmekî doktoran şandine Rojava bajarê Qamîşloyê. Tîma şandî ji 8 doktoran pêk tê. Ji endamên tîma doktoran Dr. Selam Hesen bo K24 ê weha gotiye:
“ Tîma me ji 8 doktoran pêk tê. Herêma Kurdistanê bo em ji birayên xwe yên Rojava re alîkariyê bikin, me bo emeliyatên dilî şandin. 9 roje em li vê derê ne. Heya niha me 9 emeliyatên singî yên serkeftî kiriye. Nexweşên me wan emeliyat kirine, tenduristiya wan başe. Hinek ji nexweşên ku me emeliyata wan kirine, çûne mala xwe. Hinek ji wan di bin çavdêriyê de ne û wê di rojên pêşiya me de, herin malên xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin