Sanda Herêma Kurdistanê roja Dusemê car din diçe Bexdayê

Sanda Herêma Kurdistanê roja Dusemê car din diçe Bexdayê

PeyamaKurd - Şanda Herêma Kurdistanê di nav çend rojên dawî de cara sêyem serdana Bexdayê dike daku pirsgirêkên budçe û petrolê yên navbera Hewlêr-Bexdayê bên çareserkirin.

Hat ragihandin ku Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe roja Duşemê, careke din serdana Bexdayê dike bi mebesta li hevtêgihîştina derbarê petrol û budceyê de.

Piştî ku Bexdayê mûçeyên Herêma Kurdistanê yên fermanberan ê meha borê neda, Hikûmeta Herêma Kurisstanê doh biryar da ku ji dahata navxwe û pereyê berdest, dest bi dayîna mûçeyan bike.

Di dema 20 rojên derbasbûyî de, du şandên Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kirine, lê herdu şand bêyî encameke diyarkirî vegeriyane. Biryar e jî şanda sêyem serdana Bexdayê bike.

Gazinên berpirsên Iraqê ji wê yekê hene ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê nekiriye.

Berdevkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî dibêje, “Me ji wan re got, li beramber radestnekirina 250 hezar bermîl petrol rojane, Bexdayê pereyên Herêmê qut kirine û tenê 452 milyar dînar şandine. Ew pereyên ji Bexdayê hatine ji sedî 51ê ji mûçeyên mûçexweran pê tê dabînkirin û yên din jî bi rêya firotina petrol û dahatên din ên Herêma Kurdistanê tê dabînkirin.”

Semîr Hewramî, Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û dest bi gotûbêjan dike. Civîn di asta bilind a herdu hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê de birêve diçe. Tişta me di civînên borî de dît aliyê Iraqî bo çareserkirina pirsan bi kelecan bû. Pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê ya ravekirina yasayan heye û dibe bi rêya civînan çareseriyek bê dîtin. Gazina Iraqê ew bû ku Herêma Kurdistanê petrol radest nekiriye. Herêma Kurdistanê amade ye, rojane 250 hezar bermîl petrol radest bike.”

Serokê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, ew yek veneşart ku li gor tişta ji endamên Komîteya Darayî gehiştiye wan, daxwaz tê kirin ku zelal bike, bi rastî dahat çiqas in û di vê derbarê de, berçavroniyeke tam hebe.

Dr. Edhem Silêman, Serokê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê jî diyar dike, “Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê daxwaz dike hemû dahat wek 1 pakêt were gotûbêjkirin. Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê daxwaz dike hemû dahat wek 1 pakêt rêkeftin li ser bê kirin.

Roja 16.04.2020ê Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê ser bi Tevgera Sedir, bi nivîsareke fermi daxwaz ji Wezîrê Darayî yê Iraqê kir ku şayişteyên darayî yên Herêma Kurdistanê rabigire, hincet jî bo vê yekê pêbendnebûna Herêma Kurdistanê bû bi şandina rojane 250 hezar bermîl petrol bi rêya Kompanyaya SOMO ya Iraqê.

19ê Nîsanê û 28ê Nîsana 2020ê şanda Herêmê du caran serdana Bexdayê kir û her car sê-çar rojan danûstandin kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin