Li Mêrdînê serê muxtarîyê: 3 kes birîndar bûn

Li Mêrdînê serê muxtarîyê: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li taxa Darayê ya girêdayî navçeya Artukluya Mêrdînê, di navbera namzedên muxtaran de pevçûn derket. Di encama wê pevçûnê da 3 kes birîndar bûn.

Li taxa Darayê ya girêdayî navçeya Artukluya Mêrdînê,  di navbera namzedên muxtaran da şer û pevçûna bi kevir û  daran derket û di  encama wê yekê da 3 kes birîndar bûn.

484 hezar û 284 dengdêrên mêrdînî çûne ser sinodqan da ku dengê xwe bikar bînin. Li taxa Darayê ya girêdayî navçeya Artukluya Mêrdînê di navbera alîgirên namzedên muxtaran ên bi navê Ibrahim Bilgiç û Ismail Bilem da şer û pevçûna bi dar û keviran derket û di encamê da 3 kes birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku hêzên hawarçûnê mudaxeleyî birîndaran kirine û herweha hêzên ewlehîyê jî bergirîyê emnî kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin