Scholz: Em bi fikar bûyeran disopînin

Scholz: Em bi fikar bûyeran disopînin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, di derbarê bûyerên ku li Fransayê berdewam dikin de axivî. Scholz diyar kir ku ew ji rewşê bi fikar in û di nav fikaran de rewşê dişopînin.

 Olaf Scholz, li ser geşedanên li Fransayê daxuyaniyek da Kenala Yekemîn a Televîzyona Almanyayê (ARD) û got,

"Em bi Fransayê re dost in, di mijara ku Yekîtiya Ewropayê de baş bimeşe em li peyî hev in lewra ev ji bo siberoja me ya hevpar girîng e. Ji ber vê yekê, bêguman em bi fikar li rewşê temaşe dikin."

Scholz tekez kir ku ew hêvî dike û bi tundî bawer dike ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dê rêyên ji bo baştirkirina van rewşan zû bibîne û got,

"Ez hêvî nakim ku bûyerên wekî Fransayê, li Almanyayê çêbibin. Ji ber vê yekê ez biryara Serokomarê Fransayê ya niha li welêt fêm dikim. Min ê heman tişt bikira û ji ber vê yekê jî ji bo derbaskirina vê dijwariya ne biçûk serkeftinê jê re dixwazim. Kiryarên tundiyê nayên qebûlkirin. Di heman demê de Ji bo ku di nav civakên me de ahengek baş pêk were, her hewil tê dayîn.”

Scholz diyar kir ku ew ne li bendê ku bûyerên wekî Fransayê li Almanyayê biqewimin û diyar kir ku tu nîşaneya vê yekê tuneye.

Olaf Scholz bal kişand ser wê yekê ku welatê wî ji demeke dirêj ve xwediyê çanda hevpariya civakî ye û destkefiyên gelek welatiyên wî welatî bi rêzdarî tê girtin û dewleteke wan a refahê û paşerojeke baş a aborî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin