PeyamaKurd – Serê sibehê sê caran li pey hev erdhej li başûrê Îranê çêbû û di encamê de 5 kesan can dan û 39 kes jî birîndar bûn.
Li gor Parêzgarê Hurmuzgan Mehdî Dostî di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Ji ber erdheja vê sibê, heta niha 5 kesan can dan û 39 kes jî birîndar bûn.”
Mehdî Dostî eşkere kir: “Ziyana herî mezin li gundê Sayexoş ê ser bi Bender Xemîr ketiye û 300 xaniyên welatiyan bi temamî zerar dîtine.”
Parêzgarê Hurmuzgan da zanîn, erdhejê zerar daye jêrxana navçeyan, bi taybetî li rê, pir û xetên veguhestina elektrîkê.
Hat zanîn, hêza du erdhejan 6.1 pile û erdhejek jî bi hêza 6.3 pile çêbûye û li Îmaratê jî hatiye hestkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin