Kurd û suneyên Iraqê razî ne ku Ebdulmehdî dîsa bibe serokwezîr

Kurd û suneyên Iraqê razî ne ku Ebdulmehdî dîsa bibe serokwezîr

PeyamaKurd - Bi sedema nakokiyên di navbera aliyên Şîe de, hê jî li ser kesekî ji bo serokatiya hikûmeta Iraqê lihevkirin çênebûye.

Kurd û Suneyên Iraqê û beşek mezin ji aliyên Şîe pê razî ne ku serokwezîrê ji kar vekişiyaye Adil Ebdulmehdî ji nû ve erka serokwezîriyê bigire ser xwe.

Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji malpera KDP.infoyê re gotiye; “Partî û aliyên siyasî yên Şîeyan berdewam dicivin û hewl didin ku kesekî ji xwe diyar bikin ku serokatiya Hikûmeta Iraqê bike, lê heya niha li ser ti kesî lihev nekirine.”

Faris Îsa dibêje: “Nakokî û pirsgirêkên di navbera aliyên Şîe de mezin in û ew nikarin kesekî ji xwe derxînin ji bo ku hikûmetê ava bike û ji xwe dema yasayî jî ji bo diyarkirina kesekî bidawî dibe. Lewma jî Kurd û Sunne û beşek mezin ji Şîeyan jî ligel wê yekê ne ku Adil Ebdulmehdî li ser karê xwe berdewam be heya dema hilbijartinan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin