PeyamaKurd – Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Sûriyê (SOHR)ê; grûbên muxalif HTŞ û hevkarên wê balafirgeha bajarê Helebê xistin destê xwe. Vê sibê hêzên HSDê balafirgehê xistibûn destê xwe. Lê tê gotin ku şerê navbera HSDê û HTŞê bi tundî dewam dike. Di mijarê de SOHRê got:
"Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) û grûbên hevkarên wê bê bi berxwedanekî xwurt re rû bi rû bimînin, piraniya bajarê Helebê, navendên hukumetê û zîndanê wê xistin destê xwe. Her weha balafirgeha Helebê jî ji destê HSDê derxistin û xistin bin destê xwe.”
SOHRê binkeya xebera xwe bir ser çavkaniyên Sûriyê û got ku ji sala 2016an heya niha, cara yekem balafirên Rûsyayê di şevê de êrîşan bir ser hinek deverên Helebê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin