Amerîka xwest Îran hêzên  xwe vekisîne

Amerîka xwest Îran hêzên  xwe vekisîne

Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson xwest ku Îran hêzên xwe yên li Yemenê, Sûriyê, Iraqê û Lubnanê vekişîne. Sedem jî; hebûna Îranê li herêmê bêaramî û bê îstîqrariyê çêdike.

Tillerson di televizyona El Hurra de, di hevpeyvîna xwe de, li ser mijarên herêmê û bi taybetî li ser yên Iraq û Sûriyê sekinî. Di mijara hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê ragihand ku wê vê mijarê bi Heyder Ebadî re biaxife. Tillerson got:

“Em jî dizanin û Haydar Ebadî jî dibêje hinekî çekdarên DEAŞê hêjî bo Iraqê tehdîdin. Heya em bawer bibin Iraq ji wan tehdîdan rizgar bûye, em ê li Iraqê bimînin.”

Tillerson got ku sedemê hebûna wan ya li Sûriyê jî rakirina DEAŞê ji holê ye û ev mayîn, îstîqrara Sûriyê jî hedefa wê ye. Tillerson dibêje fikra wan ya di derbarê mayîna hêzên Îranê li Sûriyê, Iraq, Yemen û Lubnanê her weka dinyayê difkirin û weha dewam kir:

”Ev hebûna Îranê ne ewlekariya hemwelatiyan temîn dike û ne jî aramiyê tîne van deveran. Me ji Tehranê car din daxwaz kir ku hêzên xwe vekişîne Îranê. Em tehdîdên Hîzbullahê yên li Sûriyê û Lubnanê bo Îsraîlê tehdîdên ciddî dibînin. Ne tenê Sûriyê bo Îsraîlê lê bo Tirkiye û Urdunê jî nearamiyê çêdike û jê endîşe dikin. Ji ber wê heya DEAŞ ji Sûriyê biqede, em ê li Sûriyê bimînin.”

Tillerson her weha behsa avakirina Iraqê ya ji nûde kir û got wê şîrketên Amerîka li welatên ku huquq û hukumranî lê hebe bixebitin û wê ev bike ku Iraq di nava dema dirêj de, hukumraniya xwe xurt bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin