PeyamaKurd - Polîsan li navçeyên Çinar, Sûr û Yenîşehîrê yên Amedê bi ser gelek malan de girt û di encamê de 4 welatî hatin desteserkirin.
Di serdegirtina gundê Elewendiyê ya girêdayî navçeya Çinarê de Îbrahîm Temîz (63), li gundê Çarikli yê Sûrê Huseyîn Temîz û Mehmet Temîz, li navçeya Yenîşehîrê jî Haşîm Temîz hatin desteserkirin.
Her çar hat hînbûn ku ew welatiyên hatine desteserkirin xizmên hev in û sedema desteserkirina wan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin