PeyamaKurd- Malpera Axios ê ya nûçeyan ragihand ku piştî têkiliyên navbera Îsraîlê û dewleta Îmaratan normal bûn, Îmarat xwest ku ji Amerîkayê balafirên nûjen yên F-35 an bikire lê bi sedema ku Îsraîl li hemberê firotina balafirên F-35an derket, dewleta Îmaratê jî civîna roja înê ya sêqolî ku dê di navbera Amerîka-Îmarat-Îsraîlê de bihata kirin betal kir.
Hat ragihandin ku di mijara agahdarkirina betalkirina civînê de nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Hevgirtî Kelly Craft û Koşka Sipî hatiye agahdarkirin.
Li aliyê dinê îro li Îsraîlê serokwezîr Benyamîn Nenetenyahû û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civîna çapemeniyê de behsa F-35an kirin. Pompeo di firotina F-35an de bo Îmaratan deriyekî vekirî hişt û weha got:
“Amerîka mecbûre Îsraîlê ji aliyê leşkerî de di asta bilind de biparêze, ev qanûbiye û em ê vêya dewam bikin. Lê bi Îmaratan re 20 sale têkiliyên me yên ewlekariyê hene. Me alîkariya leşkerî bo Îmaratan kir. Çi pêdiviya Îmaratan hebe da xwe li hemberê Îrane biparêze, em ê wan ekîpmanan di ber çav de derbas bikin. Dema em ê vêya bikin, em ê sozê xwe yê ku me daye Îsraîlê biparêzin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin