Sûriye | Li Siwêdayê teqîn: Mirî û birîndar hene

Sûriye | Li Siwêdayê teqîn: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 31ê Kanûnê li bajarê Siwêdayê li Qada El Turşan teqîneke bombeyî rû da. Di encama teqînê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

Fermandariyê Hêzên parazvanên Siwêdayê derbarê teqînê daxuyaniyek da û ragihand ku teqîn li demjimêr 11an pêk hatiye.

Li gorî Fermanderiyê bombeyek di destê kesekî de bi şaşî teqiya û di encamê de wî kesî jiyana xwe ji dest de û jinek jî birîndar bû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin