PeyamaKurd- Piştî êrîşên Îraniyan bo ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Mnuchin, bo dorpêçên nû yên ser Îranê peyaman dan. Mnuchin got ku dê dorpêçên nû yên bo Îranê wê di sehayên hilberîn, madenkarî û tekstîlê de bin.
Pompeo ragihand ku sedema kuştina Qasim Silêmanî bo plankirinên êrîşên ser balyozxaneya me û baregehên me bû. Li ser pirsa kuştina Qasim Silêmanî bê talûka terorê ji ortê rabû an na de Pompeo got:
“Tenê yek wezîfeyekî nikare talûka terorê ji holê rake. Me Qasim Silêmanî ji orte rakir, Hamza Bîn Ladîn rakir, DEAŞê ji ortê rakir.”
Pompeo li ser mijara xistina balafira Ûkraynayê li Tehranê got ku dibe ji aliyê Îranê de hatibe xistin lê divê em li benda encama lêpirsînê bisekinin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin