PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Putin bi rêya telefonê bi serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û bi serokwezîrê Ermenistanê bi Nikol Paşinyan re axifî. Li devera Qerebaxê ku Azerbeycan û Ermenistan li serê lihev nakin û şer kirin, li gor peymana 8 ê mehê dewriyeyên Rûsyayê îro dest bi gera xwe kirin.
Li gor ragihandina beşa çapemeniyê ya Kremlînê; li ser bicîhanîna peymanê, her sê lîder axifîne. Her weha Putin ji serokê Azerbeycanê Aliyev daxwaz kiriye ku li dêrên deverê miqatebe da zerar negihê wan û bi taybetî bo wan xesasiyetê nîşan bide.
Li ser daxwazê Aliyev jî gotiye ku wê dêr û berhemên dîrokî hemû bên parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin