Di êrîsên Tirkiyê de di 10 rojan de 9 sîvîlan can dan

Di êrîsên Tirkiyê de di 10 rojan de 9 sîvîlan can dan

PeyamaKurd - Di operasyona ku ji aliye Hêzên Çekdar ê Tirkiyê ku li Herêma Başûrê Kurdistanê, bo tunekirina PKKê daye destpêkirin de, di 10 rojan de 9 sîvîlan can dane.

Di daxuyaniyên Serokatiya Hêzên Berevaniya Mîllî yê Tirkiye de, weke berê zerarên digihêje sîvîlan nehat qebûlkirin.

Di bomberana asîmanî ya herî dawî ya li ser Seyrangeha Kunemasî, Şarbajêr a Silêmaniyê de 3 sîvîlan can dan.

Bûyera li wir qewîmî ji aliyê kesên din ê li wir seyran dikirin ve weke vîdyo hat qeydkirin.

Piştî van êrîşan di 10 rojan de 9 sîvîlan can dan. Êrîş ji aliyê Hîkûmeta Navend a Iraqê û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat şermezarkirin. Lê mirinên sîvîlan ji aliyê Tirkiye ve nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniya xwe de kuştina sîvîlan qebûl nekin jî, eşkere ye kirin û encamên êrîşên wan.

Hin êrîşên berê yê Tirkiyê û sîvîlên di wan êrîşan de can dane wiha ne:

– Di 21ê Tebaxa 2011an de li ser rêya Kortek-Ranya du erebe ji aliyê balafirên şer ê Tirkiyê hat bombebarankirin. Di encamê de 4ê wan zarok 7 kesan can dan. Di naw wan de pitika heyşt mehî Solîn jî hebû.

– Di 1ê Tebaxa 2015an de di topbarana li gundê Zergelê pêk hat de jinek bi heml din av de 8 kesan can dan. 27 sîvîl jî bi giranî birîndar bûn.

– Di 23ê Çileya 2019an de li Dêraloka Amediyê piştî bombebaranan 4 sîvîlan can dan.

– Di 27ê Hezîrana 2019an di operasyona ‘Pencê Piling’ ya li Herêma Kurdistanê li hemberî PKKê pêk tê de, Li Çiyayê Kortek, li gundê Berd Kuran du erebeyên sîvîlan hat bombebarankirin û ji malbatekê 3 kesan can dan, 5 kes j3i birîndar bûn.

 Abdulla Alî Mîne (53) û zarêkên xwe Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19) can dan.  Diya wan Rabî Mihemed û Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula û yekî din birîndar bûn.

– Di 17ê Hezîrana 2020an de, li çolwara Hewlêrê li herêma Sîdekanê, ji aliyê Tirkiye ve bomberbaran pêk hat û pêşmargeyê PDKê Ebas Mexdîd can da.

– Di 19ê Hezîarana 2020an de balafirên şer ê Tirkiyê, nahiyeya Şeladizê ya bi Amedîyêya Duhokê ve bombebaran kir û 5 sîvîlan can dan.

– Di 24ê Hezîrana 2020an de li seyrangeha bajarokê Şarbajer ê Silêmaniyê bombeyek ket û 3 sîvîlan can dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin