PeyamaKurd – Piştî ku Amerîkayê bi temamî hêzên xwe ji Afganistanê vekişandin Talîbanê daxuyaniyek belav kir û ev yek wekî ‘serfirazî’ pênaser kir.
Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd di daxuyaniya xwe de eşkere kir, ew dixwazin bi Amerîkayê re pêwendiyên baş deynin û li ser bi temamî vekişîna hêzên amerîkî got, “Ev serfiraziya me hemûyan e.”
Mucahîd herwiha destnîşan kir, “Em dixwazin bi Amerîka û dinyayê re têkiliyên baş deynin. Ji bo pêwendiyên dîplomatîk em ji hemûyan re vekirî ne.”
Piştî vekişîna Amerîkayê, Talîban derbasî Balafirgeha Kabûlê jî bû û meşeke sembolîk pêk anî.
Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth McKenzie, şevê din ragihandibû ku pêvajoya wan a vekişîna ji Afganistanê bidawî bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin