Umed Xosnav: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi pês ve bibin

Umed Xosnav: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi pês ve bibin

PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ku li Amerîkayê pêwendiyên xwe berdewam dike, diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên navbera Hewlêr û Nashvilleyê di her warî de bi pêş bikevin.

Umêd Xoşnaw ku serdana xwe ya ligel rayedarên Amerîkî berdewam dike, piştî civîna ligel berpirsên Odeya Bazirganiyê ya Nashvilleyê daxuyaniyek da.

Xoşnaw di daxuyaniyê de bal kişand ser pêwendiyên dualî yên ligel Amerîkayê û diyar kir ku dê di demeke nêzîk de şandeke Amerîkayê, serdana Herêma Kurdistanê bike.

Umêd Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir ku armanca rêkeftina navbera Hewlêr û Nashvilleyê, bipêşxistina pêwendiyên navbera herdu bajaran di her warî de ye û diyar kir ku ev yek dê bazirganî û berhemanîna herdu bajaran zêdetir bike.

Her wiha Xoşnaw diyar kir ku wan şanda bazirganiyê ya Amerîkayê vexwendiye Herêma Kurdistanê û got, “Me ew vexwendin da ku em ligel Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê pêk bînin. Bi vê yekê dê têkiliyên me bigihîjin asteke bilindtir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin