PeyamaKurd - Rayedarên Afganî ragihandin ku di êrîşekê Talîbanê de herî kêm 11 polîsên Afganî li herêma Balx ya bakur hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya rayedaran ku medya cîhanî belav kiriye, çekdarên Talîbanê êvara Duşemê dest bi êrîşê kirin û heta sibêha Sêşemê berdewam kirin û dû re navenda polîsan şewitandin.
Rayedarê herêmî Munîr Ferhad diyar kir ku bi hawarhatina hêzên berevanîya netewî re, hêzên ewlekariyê navend careke din xistin bin kontrola xwe.
Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd jî di peyameke vîdyoyî de îdia kir wan 30 polîs kuştine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin