PeyamaKurd – Li Almanya, karkerên seferên hewayî wê di rojên yekşem û duşemê de bikevin grevê an ku wê dest ji kar berdin û ji ber wê jî seferên rêya hewayî yên Tirkiyê (THY) yên ji bo Almanya hatin betal kirin. Di nav seferan de 2 ji wan yên kargone û bi temamî 49 seferên balafiran hatin betalkirin.
Li gor ragihandina şêwirmendiya çapemeniyê ya THY; roja duşemê ji balafirgeha Îstenbolê û balafirgeha Sabiha Gökçenê 3 sefer û roja duşemê 49 sefer hatin betalkirin.
Divê rêwiyên her dû rojan li lîsta seferên THY binêrin û li gor wê tevbigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin