Ji Partiyên Bakur daxuyanî: Divê Tirkiye zû ji Rojava derkeve

Dîroka weşanê :
Ji Partiyên Bakur daxuyanî: Divê Tirkiye zû ji Rojava derkeve

PeyamaKurd -  Li bakurê Kurdistanê Partiyên Kurdistanî, li dijî êrîşa Tirkiyê ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de, li avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ya Amedê civîneke rojnamevanî li dar xistin.

Parlementerên HDPê, endam û rêveberên HDP, DBP, KKP, PSK, Tevgera Azadî, Partiya Azadî, PDK, PDK-T, PÎA beşdarî kirin. Di civînê de daxuyaniya hevbeş a Kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PSKê Mesût Tek ve ya bi tirkî jî ji aliyê Cîgirê Hevserokê DBPê Mehmet Şîrîn Tûnç ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tirkiyê guhê xwe neda nigeranî û hişyariya micid a bîrûraya navnetewî û prensîbên Koma Miletan a Serweriya Welatan binpê kir û êrîşî Kurdistana Rojava kir. Divê êrîşa Tirkiyê bê rawestandin û arteşa tirk herçî zutir ji Rojavayê Kurdistanê derkeve.” 

Mesût Tek di berdewamê de got: "Êrîşa hanê, ku ji niha ve bûye sedema kuştina dehan sîvîl û kavil bûna mal û avahiyan, wekî ku karbidestên hikumeta Tirkiyê dibêjin xizmeta cîgir bûna aramî û aştiyê nake, berevajiya vê yêkê aloziyê kurtir dike."  

Tek wiha pê de çû: "Heya niha ji Kurdistana Suriyê tu êrîş li dijî Tirkiyê nehatiye kirin. Hêzên siyasî yên Kurdistana Rojavayê başur her tim deste aşitiyê dirêjî Tirkiyê kirine. Lê Tirkiyê deste wan negirt.  Vê yekê û neyartiya dewleta Tirk ji bo xebata gele me di beşên din ê Kurdistanê de, sedema bingehîn a êrîşên dawî ne. Êrîşa bi tank û top û firokan pratizekirina siyaseta 'bila Kurd dayka xwe nebine' ye. Li Tirkiyê faşîst û nijadperestan di her derfetê de erîşî Kurdan dikin. Ev êrîş dibe zêdebûna êrîşên faşîst û nijadperestên Tirk, û li Tirkiyê alozî û girjiyê nav civakê kurtir dike. Her muşek û guleyê topa ku davêjin Rojhilata Firatê, dibe sedema piçuktirina paruyên gel, ku ligel gelek pirsgirêkên aborî rû bi rûne û di bin zêdetir kirina bahayên kel û pelan da dinalin." 

Mesût Tek banga vekişîna artêşa Tirkiyê kir û wiha axivî: "Divê êrîş bêne rawestandin. Arteşa Tirk herçi zûtir ji Rojavayê Kurdistanê derkeve. Em bangê Dewleta Yekbûyî ya Amerîka, komelgehên Rojava û bîr û cemaweriya cihanê dikin fişara xwe li ser Tirkiyê zêdetir bikin, da ku êrîşa xwe rawestine. Divê hêzên demokrat, aşitî û azadixwazên Tirkiyê û saziyên sîvîl, dengê xwe li hembere êrîşê hanê bilind bikin." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin