Tirkiye û Rûsyayê ji bo Îdlibê li hev kirin

Tirkiye û Rûsyayê ji bo Îdlibê li hev kirin

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku li Idlibê di navbera hêzên hikûmetê û opozîsyonê de dê herêmeke “bêçekdar” were avakirin. Serokê Rûsyayê Pûtîn jî da zanîn ku ev herêma bêçekdar dê 15 -20 kîlometre be û piştî 15ê Cotmehê dê çekên giran ji herêmê bêne kişandin.
 
 Erdogan û Pûtîn li bajarê Soçî yê Rûsyayê li ser mijara krîza Sûriyê û Idlibê hevdîtinek pêk anîn û piştî hevdîtinê herdu serokan civîneke çapemeniyê saz kirin.
 
Serokê Rûsyayê Pûtîn ragihand, ku wan di hevdîtinê de bi berferehî mijara çareseriya li Sûriyê nirxandine û got: “Em gihiştin rêkeftinên pir girîng. Me gumanên Rûsyayê yên derbarê êrîşên çekdarên li Idlibê gotûbêj kir. Me biryar da 15ê Cotmehê li ser rûbereke 15 heta 20 kîlometreyan herêma bêçekdar were avakirin. Li wê herêmê dê Bereya Nûsra û komên opozîsyonê bi çekên xwe yên giran vekişin.”
 
Pûtîn destnîşan kir, ku herdu aliyan biryardariya xwe ya li ser tekoşîna li dijî terorê tekez kirine û got: “Bi nêrîna me ev biryar werin cîbicîkirin, pêvajoya li Sûriyê were bilezkirin, hevdîtinên Cinêvê berdewam bikin dê ev yek têkariyê li aştiya Sûriyê bike.”

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji aliyê xwe de diyar kir ku opozisyon dê li saha ku lê hebûna xwe bidomîne û ew ê rê nedin grûpên tundrew ku çalakiyan bikin. 
Li İdlibê di navbera hêzên hikûmetê û opozîsyonê de dê herêmeke “bêçekdar” were avakirin û Rûsya dê tevdîran bistîne bo ku êrîş li ser herêma bêçekdar neyêne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin