PeyamaKurd- Wezîfedarê asayîşa bajarê Basrayê Cebbar el-Mansûrî ragihand ku tevî tedbîrên zêde hatibûn dîtin jî, bi dehan xwepêşandêr ketin nava avahiya meclisa bajêr.
Mansûrî ragihand ku hêzên asayîşê tevî ku sîlihan bera hewayê dan jî nikaribûn pêşî li xwepêşandêran bigrin. Desteka ji bajarên der û dor gihaye hêzên asayîşê û konên ku li ber avahiyê hatibûn danîn şewitandin û niha dixwazin ku xwepêşandêran ji hev belav bikin.
Xwepêşandan li bajarên Zikar, Babil, Meysan, Dîwaniye û Necefê ji yekşema borî de destpêkiribûn û heya Bexdayê dewam kiribûn. Niha li Bexdayê xwepêşandan dewam dikin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ragihand ku bo başkirina xizmeta xelkê 3 mîlyar dolar pere veqetandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin