PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, derbarê binpêkirina agirbesta navbera Ermenistan-Azerbaycanê de ku divîyabû doh destpê bike, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Borell tevî kêfxweşiya xwe bo ragihandina agirbestê anî ziman, fikarên bo binpêkirina agirbestê bibîr xistin û bangewazî li herdu aliyan kir, agirbestê bicih bînin û êrîşên ser sivîlan bidin rawestandin.
Borrell got: "Xelkê Qerebaxa Çiyayî têra xwe êş kişandin. Pevçûn bûne sedema windayên zêde yên sivîlan û ev nayê qebûlkirin. YE sedem her çi be jî van cure êrîşan şermezar dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin