PeyamaKurd – Hat ragihandin ku motorsîklêteke bombebarkirî li bajarokê Til Helef ê dikeve rojavayê Serêkaniyê hat teqandin.
Li gorî zanyariyan motorsîklêteke bombebarkirî li naverasta bajarokê Til Helef ê bi 3 kîlometran dûrî rojavayê Serêkaniyê ye teqiya.
Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku motorsîklêt li ser rêya Esfer Necar li naverasta bajarokê Til Helefê teqiyaye û bûye sedema ziyanên madî ku derbarê ziyanên canî de ti agahiyên piştrastkirî nehatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin