Pasdarên Îranê kolberekî Kurd bi giranî birîndar kirin

Pasdarên Îranê kolberekî Kurd bi giranî birîndar kirin

PeyamaKurd –  Pasdarên Îranê, li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî komek kolberên Kurd kirim û encamê de kolberek birîndar bû.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do li deverên sînorî yên bajarê Serdeştê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan û di encama wê êrişê de, kolberekî Kurd bi navê Saman Resûlzade bi giranî birîndar bû.

Herwiha agahî didin zanîn ew kolberê han xelkê Serdeştê ye û niha li nexweşxaneya Serdeştê tê dermankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin