Li Rojavayê Kurdistanê 96 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 96 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, 2 kesan ji ber Koronayê can dan û 96 kes jî bi vîrusê ketin.

Li gor daxuyaniya Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa , di 24 saetên borî de li navçeyên Rêveberiya Xweser 2 kesan ji ber Koronayê can dane, ku mêrek ji Dêrikê û jineke ji Hesekê ne.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser 96 kesên bi vîrusa Koronayê ketine, 56 mêr û 40 kes jî jin in ku 8 kes li Hesekê, 4 li Dêrik, 6 li Qamişlo, 2 li Dirbêsiyê, kesek li Girkê Legê, kesek li Til Temir, 27 kes li Reqa, 22 kes li Tebqa, 11 kes li Kobanî, 12 kes li Şehba û du kes li Minbicê ne.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, herî dawî 4 kes ji nexweşên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê baş bûne.

Bi van amarên nû re, li navçeyên Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve heta niha 6,787 kes bi vîrusa Korona ketine, ku 185 kes ji wan can dane û 984 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin