PeyamaKurd-Serokê Endonezyayê Joko Widodo ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Zelensky, ji bo Lûtkeya G20ê hatine vexwendin.
Di agahiya hat parvekirin de hat diyarkirin ku Joko Widodo, ji bo beşdariya li Lûtkeya G20ê, ji Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelensky û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re vexwendame şandine.”
Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelensky, li ser vexwendina Serokê Endonezyayê, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamekê da û got, “Min ligel Serokê Endonezyayê, li ser şerê Ukraynayê gotûbêj kir, wî jî piştre ez ji bo beşdariya Lûtkeya G20ê vexwendim.”
Meha borî jî Balyoza Mezin a Rûsyayê ya Jakartayê, Lyudmila Vorobyova ragihandibû ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn difikire ku beşdarî Lûtkeya G20ê bibe.
Serokatiya Civîna G20ê dê ji aliyê Endonezyayê ve were kirin û civîn dê di dawiya sala îsal de li Jakartayê were rêvebirin. Armanca Lûtkeya G20ê jî ew e ku serok û serokwezîrên cîhanê, li ser seqamgîriya darayî ya cîhanê li hev dicivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin