Li Serêkaniyê wesayîta bombebarkirî hat teqandin

Li Serêkaniyê wesayîta bombebarkirî hat teqandin

PeyamaKurd - Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ketiye kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin ku li gorî zanyariyên destpêkî kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku teqîn li navenda Serêkaniyê çêbûye ku beriya niha jî piştî dagirkirina bajêr teqînên bi vî rengî rû dabûn û hejmarek sivîl hatibûn kuştin.

Rêveberiya Rojava û HSD bi teqînan komên çekdar tohmetbar dikin ku dibêjin, ji bo koçberkirina xelkê van teqînan encam didin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin