Êrîsa DAISê ji aliyê Qeter, Urdin, Behreyn û Misirê bi tundî hat sermezarkirin

Êrîsa DAISê ji aliyê Qeter, Urdin, Behreyn û Misirê bi tundî hat sermezarkirin

PeyamaKurd – Êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê û şehîdbûna hejmarek ji welatiyên sivîl û Pêşmergeyan, ji aliyê Qeter, Urdin, Behreyn û Misirê bi tundî hat şermezarkirin.

Terorîstên DAIŞê pêr bi şev êrîşî çend gundên Mexmûrê yên li ser binarê çiyayê Qereçoxê kirin û di encamê de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.

Di derbarê wê êrîşê de, Wezareta Karên Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de êrîş şermezar kir û diyar kir, ew bi her awayî teror û tundtûjiyê şermezar dikin.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Qeterê, sersaxî arasteyî malbatên qurbaniyan kir û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwast.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Urdinê Balyoz Heysem Ebû El-Fol jî, êrîşa terorîstî şermezar kir û tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji Iraqê re li hember her gefên li ser ewlehî û aramiya wê kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Urdinê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hêvî kir birîndar di demeke zû de baş bibin.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Behreynê di daxuyaniyekê de da zanîn, “Em êrîşa teroristî ya tirsonek şermezar dikin û pirse û sersaxiyê li malbatên şehîdan dikin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.

Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Piştgiriya Şahnişîna Behreynê bi Komara Iraqê re radigihînin û piştgiriya wê di tedbîrên li dijî terorê ji bo parastina ewlehî û aramiyê dikin.”

Wezareta Karên Derve ya Misirê eşkere kir, komara Erebî ya Misirê êrîşa terorîstî ya li ser gundê Xedircîce ya di encamê de hejmarek kes bûne qurbanî şermezar dike.

Wezareta Karên Derve ya Misirê sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û ragihand, Misir piştgiriya xwe ya temam bi Iraqê re û tedbîrên wê yên ji bo parastina ewlehî û aramiya nîşan dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin