PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta ji nû ve entegrasyonê ya Ukraynayê ya herêmên ku demkî hatine dagirkirin, Rusyayê hejmarek cenazeyên leşkerên wan radest kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku cenazeyên 51 leşkerên Ukraynayê, ji aliyê hêzên Rus ve hatine radestkirin û hat diyarkirin ew cenaze ji bo binaxkirinê, ji bo deverên Ukraynayê hatine veguhestin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Îro cenazeyên 51 leşkeran hanîn malê. Cenaze ji axa Ukraynayê ya demkî hatiye dagirkirin, bi piştgiriya saziyên pêwendîdar û saziyên navneteweyî hatin şandin.”
Her wiha hat diyarkirin ku vegerandina cenazeyên leşkeran, li gorî peymana Cenevreyê hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin