Li Sûriyê li sê herêman agirbes hate îlankirin!

Li Sûriyê li sê herêman agirbes hate îlankirin!

PeyamaKurd- Generalê Rûsî Aleksey Tsigankov got ku li başûrê welêt, li herêmên ku gengeşî tê kêmkirin, sê bajarên dî jî tevlî agirbesê bûne.

Li Sûriyê fermandarê navenda levhatinê General Tsigankov got ku li herêmên ku gengeşî tê kêmkirin; Umm Valad, Etbaa û Jebebê agirbes hate qebûlkirin.

Ji xeynî vê jî Tsigankov ragihand ku 250 çekdarên ku li dijî rejîma Sûriyê şer dikirin jî, çekên xwe danîn û teslîm bûn.

Tsigankov wiha berdewam kir: Bajarên Sûriyê yên bi navê Hama û Humusê êdî vedigerin ser rewşa xwe ya normal. Êdî jiyana aştiyane hêdî hêdî derdikeve holê. Li van herêman di 24 seetên dawî de li Humusê 108, li Xutayê 115 kes vegeriyane malên xwe. Ji qampên penaberan jî ji Xutayê tevde 70 hezar û 749, li Humusê 106 hezar û 691 kes vegeriyane malên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin