Li Hewlêrê êrîsa restoranê | Reuters: Herî kêm 3 dîplomatên tirk hatin kustin

Li Hewlêrê êrîsa restoranê | Reuters: Herî kêm 3 dîplomatên tirk hatin kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro danê nîvro li restoraneke paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, di navbera çend kesan de şer û pevçûn çêbûye û çek hatine bikaranîn. Ajansa Reutersê jî ragihand ku di encama êrîşa çekdarî ya bi ser restoraneke Hewlêrê de, herî kêm 3 dîplomatên tirk jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî zanyariyan xebatkar û rayedarên konsûlxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê jî li cihê bûyerê bûn û hat îdiakirin ku kesek ji karmendê konsûlxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Hinek çavkanî radigihînin ku di encama êrîşeke bi ser restoranê de, kuştî û birîndar hene, lê hîn hurgiliyên bûyerê nayên zanîn.

Hejmareke zêde ji hêzên asayîşê yên Kurdistanê bo cihê bûyerê hatine veguhestin.

  • Li gorî nûçeya SkyNewsê cîgirê konsûlê Tirkiyê û du karmendên din ê ligel wî hatine kuştin.
  • Ajansa Reutersê jî kuştina 3 karmendên konsûlxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê piştrast kir.
  • Çavkaniyên cihê bûyerê dibêjin, êrîşkar bi cilûbergên sivîl bûn.

Derbarê nasnameya êrîşkaran de hîn ti agahî nehatine belavkirin.

Agahî tên...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin