Emînkî: Me bi Iraqê re ji bilî damezrandina du lîwayan li ser îstixbaratê jî li hev kir

Emînkî: Me bi Iraqê re ji bilî damezrandina du lîwayan li ser îstixbaratê jî li hev kir

PeyamaKurd - Piştî civîna şandên Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ku îro 12ê Tebaxê birêve çû Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Emînkî civîneke rojnamevanî li dar xist.

Emînkî li ser naveroka civîna ligel şanda Wezareta Berevaniya Iraqê got: “Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ligel şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê li ser pêkanîna navendeke hevbeş li Diyala, rojavayê Neynewa, Mexmûr, Kerkûk û Xaneqînê civiya. Damezrandina du lîwayên hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser xeta temasa navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên Iraqê, mijareke din a civînê bû, her du alî û hevpeymanan kêfxweş in ku ew lîwa werin pêkanîn.”

Sererkanê Pêşmerge destnîşan kir, wan ligel Wezareta Berevaniya Iraqê li ser hemahengiya danûstandina zanyariyên îstixbaratê li hev kirine.

Emînkî eşkere kir ku şanda hikûmeta Iraqê piştî vegerin Bexdayê, dê ligel Serokwezîrê Iraqê gotûbêj bikin û piştre rizamendî werbigrin û car din vegerin û rêkeftinê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin