Trump: Me tehdîta Îranê li ser Rojhilata Navîn têkbir

Trump: Me tehdîta Îranê li ser Rojhilata Navîn têkbir

PeyamaKurd -  Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku ji ber siyaseta Amerîkayê ya li hember Îranê, “niha îhtimala wê yekê heye, ku hikûmeta Komara Îslamiya Îranê hilweşe.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ajansa Bloombergê re axivî û diyar kir, ku yek ji biryarên Waşingtonê ku dibe bibe sedema hilweşîna hikûmeta Komara Îslamiya Îranê, “derketina ji peymana nukleerî ya bi Îranê re ye.”

Li hevpeyvîna ku Bloombergê roja pêncşemê li Koşka Spî pê re kiriye, Trump dibêje: “Dema ku ez hatim vir (Koşka Spî), ev pirs di rojevê de bû, ku Îranî dê kengê Rojhilata Navîn bigrin. Niha pirs ev e, ku gelo bi rastî ew dê bikarin berdewam bin. Ji bo demeke weke sal û nîvekê, ev ciyawaziyeke mezin e.”

Trump ji peymana nukleerî ya bi Îranê re nerazî bû û ji ber wê jî di 8ê Gulana îsal de biryara derketina Amerîka ji wê rêkevtinê da.

Herwiha rêveberiya Koşka Spî piştre komek zextên aborî bi ser Îranê de sepand û dorpêçên aborî yên ku di dema Barack Obama de û piştî rêkevtina etomî ji ser Îranê hatibûn rakirin, vegerandin.

Amerîkayê herwiha ragihandiye, qonaxa herî dijwar a dorpêçên aborî yên ser Îranê dê di meha Cotmeha îsal de dest pê bike. Waşingtonê diyar kiriye, ku ew herwiha dê hewl bidin, ku hinardeya petrola Îranê heta wê demê bi temamî bidin rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin