Li Semsûrê erdhej çêbû!

Li Semsûrê erdhej çêbû!

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Saziya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) ve hat dayîn, vê sibehê li Semsûra Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû.

Di daxuyaniya AFADê de hat diyarkirin ku erdhej li navçeya Çelîkxanê ya Semsûrê çêbûye.

Di hûrgiliyên daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erdhej vê sibehê saet di 09:03yan de çêbûye û hat ragihandin ku kûrahiya wê jî 9.23 kîlometir di bin erdê de bûye û bi pileya 3.8an çêbûye.

Her wiha vê sibehê jî ji aliyê AFADê ve hatibû ragihandin ku saet di 07:58an de li Kuluya navçeya Konyayê jî bi hêza 4.8an erdhejek çêbûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin