YE: Helwêsta me ya li dijî Suriyeyê, naguhere!

YE: Helwêsta me ya li dijî Suriyeyê, naguhere!

PeyamaKurd- Rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku tevî biryara Komkara Erebî ya di derbarê asayîkirina pêwendiyan ligel hikûmeta Suriyeyê jî ew ê helwesta xwe ya li dijî Suriyeyê neguherin.

Ji aliyê Berdevkê Yekîtiya Ewropayê Luis Miguel Buino ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku koma Komkara Erebî di derbarê dosyeya Suriyeyê de bi armanca sivikkirin an rakirina sizayan li ser Suriyeyê ligel Yekîtiya Ewropayê gotûbêjan dike û ev jî di çarçoveya siyaseta pêngav bi pêngav de ye.

Buino diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê sizayên li ser Suriyê ne sivik dike û ne jî radike, lê tenê ligel hevpeymanên xwe li Komkara Erebî pêşhatên dawî gotûbêj dike û tenê piştevaniya proseya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo çareserkirina qeyrana Suriyeyê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin