Sanda Herêma Kurdistanê bi Kazimî re dicive

Sanda Herêma Kurdistanê bi Kazimî re dicive

PeyamaKurd – Bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, şandek Hikûmetê di çarçoveya danûstandinên bo butçeyê, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û bi Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re hevdîtinekê pêk tînin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo pişka Herêma Kurdistanê di bênûma butçeya 2021an de bê diyarkirin bi Bexdê re ketibû nava danûstandinan, îro bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî re û bi Serokê Parlamentoya Iraqê re çend civînan pêk bînin.

Li gor zanyariyan, tê pêşbîninkirin şanda ku ev 4 roj in bi Bexdê re di pêwendiyekê de ye, piştî her du hevdîtin û civînan, bi Serokê Darayî û Desteya Darayî re jî bicivin.

Di nav mijarên civînan de, 320 milyar dînar diravdan, ê ku divê di Îlonê de Bexdê bidaya Erbîlê jî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin