Li Rojavayê Kurdistanê 133 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 133 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 133 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, di 24 saetên dawî yên vîrûsa Koronayê, li Hesekê 2 kesan bi Koronayê can dan.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 133 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 28 kes li Hesekê, 10 kes li Qamişlo, 32 kes li Dêrikê, 7 kes li Amûdê, 7 kes li Girkê Legê, 3 kes li Çilaxa, 6 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Tirbesipiyê, 2 kes li Til Temirê, 14 kes li Kobaniyê, 13 li Tebqayê, 3 li Minbicê, 1 li Reqayê û 2 kes li Şehbayê.

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di nav 24 saetan de 12 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihişt 4978 kesan, ji wan 756 kes baş bûne û 132 kesan jî can dane.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin