PeyamaKurd- Li Diyarbekirê operasyon bo ser kesên İŞİD ê hat kirin ku sîstema pereşandina navdewletî îdare dikirin. Operasyon li 8 bajaran hat kirin û 22 kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de desteyên pera yên dowîz ku hatibûn amadekirin hat desteserkirin û sîstema zîncîreya xebata dowîzan ku çawa dixebite ya bi navê ‘Al-Haram’ hat bişkivandin.
Polîsên Diyarbekirê roja berê li Îstenbolê, Maraş, Îzmîr, Kayserî, Hatay, Adana, Sakarya û Bursayê di heman wextê de avêtin ser 37 adresan û 22 kesan binçav kir. Di operasyonan de sîstema ku çawa bo İŞİD ê pere dişînin hat deşîfrekirin. Di avêtina ser malan de 450 hezar TL, 250 hezar dolar,19 heza Ewro, hinek zêr û makîna ku pere pê tê jimartin ket dest.
Bernama komputerê ya bi navê ‘Al Haram’ a ku pê pere dişînin bo endamên xwe ku piraniya wan li Sûriyê ne, dikarin pê di demeka kurt de pere bişînin. Bi rêya bernamê bi şîfra rojane dikarin şîrketên paravan an zêrîngeran bikarbînin û miqdarê perê ku bixwazin bişînin ji mirovên xwe re. Ew şîrketên ku tên bikaranîn, komisyona pera bo wan tê dayîn.
Hat ragihandin ku sîstema ‘Al Haram’ ya zîncîre li 44 dewletan tê bikaranîn. Bo zînzîreyê ji aliyê wezareta Xezînê ya Amerîka de biryara dorpêçê hat dayîn. Pisporên MASAK ê şandina pereyan xistin bi çavdêriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin