Li Hekkariya ji bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li Hekkariya ji bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

PeyamaKurd – Li bajarê Hekkariya û navçeyên wê qedexeya ji bo çalakiyan ji bo 15 rojan hat ragihandin.

Li gor biryara parêzgehê; wê qedexe ji roja 4 ê çileya paşî siet ji 00.01 ê heya roja 18 ê çileyê siet 23.59 an dewam bike. Wê di nav sînorê bajarê Hekkariyê de meş, stend, grev, rûniştin, civîn û çalakiyên weka wan nên kirin.

Temamê îzna çalakiyan bi hêzên asayîşê ve û li navçeyan bi îzna qeymeqamiyan ve hatiye girêdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin