PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Di daxuyaniya îro Çarşemê de hat ragihandin, 2 kesên din ji ber koronayê mirine û 39 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku li Amûd û Minbicê jî du kes baş bûye.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê yên tomarkirî gihîştiye 38 hezar û 439 kesan, ji wan hezar û 560 kes mirine û 2 hezar û 558 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin