Serokê Lijneya Pisporên Aboriyê li Almanyayê: Her sal 1,5 milyon koçber hewce ne

Serokê Lijneya Pisporên Aboriyê li Almanyayê: Her sal 1,5 milyon koçber hewce ne

PeyamaKurd Seroka Encumena Pisporên Aborî ya Hikûmeta Almanyayê û mamosteya Zanîngeha Ludwig-Maximilian a Munchenê Monika Schnitzer, qanûna nû ya kar a jêhatî wekî gavek ber bi rêyeke rast ve bi nav kir, lê diyar kir ku pêwîstiya zêdetir bi vê yekê heye. Pisporên biyanî ji bo her karekî bi Almanî biaxivin. Li şûna vê yekê divê xebatkarên buroya biyaniyan bi îngilîzî biaxivin."

Schnitzer got, "Almanya ji bo ku her sal 400,000 karkerên nû yên jêhatî hebin, pêwîstiya xwe bi 1,5 mîlyon koçberan heye."

Schnitzer bal kişand ku bi lezgînî pêdiviya Almanyayê bi "çandeke bixêrhatinê heye" û got, “Bi lezgînî pêdiviya me bi çandeke mêvanperweriyê heye. Ger Intel (şîrketa amerîkî) li Magdeburgê fabrîqeyekê ava bike û bixwaze karkerên jêhatî yên biyanî bikişîne ser xwe, divê li wir xwe bi xêrhatina xwe hîs bikin.”

Schnitzer ku dixwaze keç û jin zêdetir bi mijarên teknîkî re bên nasîn û wiha got: "Ji ber ku di pîşeyên matematîk, kompîtur, zanistên xwezayî û teknolojiyê de kêmasiya personelên pispor hene. Divê şîrket jî ji xebatkarên xwe yên temen mezin razî bibin da ku ew xebatkarên yên bi kalîte zû teqawît nebin. Wekî ku lêkolîn nîşan dide, razîbûna kar, karmend ev faktorek girîng e ji bo mayînê."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin