PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku duyem kesê pêketiyê bi vîrusa korona li Sûriyê can daye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê da xuyakirin, hejmara pêketiyan li Sûriyê gihîştiye 10 kesan û şeva borî jî kesekî can daye.
Rejîma Sûriyê yekem haleta tûşbûna coronayê 22yê Adarê ragihandibû ku li gorî amarên fermî heta nih tenê 10 kes li wî welatî bi wê vîrusê ketine.
Hikûmeta Sûriyê ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bigire hatinûçûna welatiyan di navbera parêzgehan û hemû bajar û bajarokan de ji pêr ve qedexe kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin