Li Rojavayê Kurdistanê kesekî din ji ber vîrusa Koronayê can da

Li Rojavayê Kurdistanê kesekî din ji ber vîrusa Koronayê can da

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 156 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û kesekî can da.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 156 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 49 kes li Hesekê, 35 kes li Qamişlo, 29 kes li Dêrikê, 9 kes li Dirbêsiyê, 32 kes li Dêrezorê û 2 kes li Kampa Holê ne.

Herwiha hat destnîşankirin, kesekî can daye û 9 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 13579 kesan, ji wan 1430 kes baş bûne û 448 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin