PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin û ji 10ê Cotmehê ve tevî ziyanên mezin ên sivîlan jî hewlên dagirkirinê berdewam dike, welatên Ewropayê nerazîbûnên tund nîşanî Tirkiyê didin.
Ligel daxuyaniyên şermezarkirinê û bangên rawestandina şer, biryara dorpêçên wekî rawestandina firotina çekan bo Tirkiyê tên wergirtin.
Piştî welatên Fînlandiya û Norwecê îro jî parlamentoya Holandayê biryar da ku firotina çekan bo Tirkiyê rawestînin.
Li aliyê din Îspanyayê jî ragihandibû ku heger Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava ranewestîne, ew dê sîstemên parastina esmanî yên Patriotan ji Tirkiyê vekişînin.
Serokomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîsto jî êrîşa Tirkiyê şermezar kir û got, ‘qet nayê qebûlkirin’.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin