PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî piştî 6 salan îro, ji bo danûstandinên siyasî bike çû paytexta Iraq Bexdayê.
Serok Barzanî li Frokexaneya Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê gelek rayedarên Iraqî ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyan, Serok Barzanî dê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bi gelek serkirde û aliyên siyasî re hevdîtinan bike.
Serok Barzanî wê van hevdîtinan bi armanca dîtina “çareseriyeke guncav” a ji bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.
Li gorî agahiyan, mijarên wekî “mûçeyên karmendan, yasaya neft û gazê, hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û rêveberiya Kerkûkê di dosyeya Serok Barzanî de ne.
Herwiha Serok Barzanî wê “dosyeya Şengalê” jî bi rayedarên Iraqê re gotûbêj bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin