YE guvasên nû li Moskowê disepîne

YE guvasên nû li Moskowê disepîne

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) pakêta guvaşan a 14mîn a li dijî Rûsyayê pesend kir. Di vê pakêtê de qedexeya ji nû ve henardekirina gaza şil (LNG) jî heye.

Konseya Ewropayê (KE) ragihand ku pakêta guvaşan a 14mîn a ku li dijî Rûsyayê muheyîdeyên nû pêk tîne, bi awayekî fermî hatiye pesendkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê KEyê ve hate dayîn de hate gotin ku bi vê pakêta nû, wê valahiyên yasayî yên di mueyîdeyên heyî de hene bêne tijekirin, guvaşên YE yên aborî yên li Rûsyayê têne sepandin dijwartir bibin û di warê enerjiyê de jî bergiriyên nû bêne sepandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê bi bikaranîna sazgehên YEyê, welatên sêyemîn ên ku gaza LNG ya Rûsyayê dikirin bêne astengkirin û hat gotin ku "YE, wê xizmetên barkirina LNG ya Rûsyayê li ser axa YEyê qedexe bike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin