Îsraîlê du navendî leskerî li Sam bombebaran kir

Îsraîlê du navendî leskerî li Sam bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê şeva borî du navendên leşkerî li Şam a paytexta Sûriyê bombebaran kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku Îsraîlê du navend li Şamê bombebaran kiriye. Yek jê barekî çekan di baregeheke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de ku Hizbullahê Lubnanî bi kar tîne û ya din li nêzî lîwaya endezeyê ku di navbera Yebrûd û Nebkê li çiyayê Qelemûn ê gundewarê Şamê de ne. 

SOHRê daye zanîn ku di encama êrîşan de teqînên mezin çêbûne û ji cihekî Şamê duxan bilind bûye.

SOHRê daye xuyakirin di êrîşên destpêka sala 2024an de, di encama êrîşên Îsraîlê de 43 leşker û milîs hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin