PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Papa Francis, beriya serdana xwe ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê, peyamek ji bo gelên Iraqê belav kir.
Papa, di peyama xwe de pesnê Iraqiyan da, ku çendîn sal in rastî şer û malwêranî hatine û diyar kir, ji ber wê Iraqiyan bibîne gelekî kêfxweş e.
Di peyama xwe de Papa daye zanîn: “Em hemû di bin ala bavê me yê mezin Îbrahîm de kom dibin, ku weke yek malbat in, Misilman û Xirîstiyan û Cihû.
Papayê Vatîkanê destnîşan dike; êş û janên ku xelkê Iraqê dîtine, her dem di bîra wî de ne.
Di beşeke peyamê de eşkere kiriye: “Xwişk û birayên min ên hêja, bi dirêjahiya van salan, fikara min li ser we bû. We gelek dît, lê çokdanînê hest nekin, fikara min li ser we bû, bi Xirîstiyan û Misilman, herwiha gelê Êzîdî jî, fikara min li ser Êzîdiyan bû, wan gelek êş û jan dît, hemû bira ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin