PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaletên Belûcistanê û Hayber Pahtunhvayê di êrîşa bombeyî û şer de 5 leşker mirin û 7 mîlîtan jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ragihandina artêşa Pakistanê; li eyaleta Belûcistanê li herêma Keçê, çekdarên Belûcî bi cîhaza ji dûr de tê îdarekirin, bombeyê bi konwoya leşkerî de teqandin. Di encamê de 5 leşker û 3 mîlîtan hatin kuştin.
Li eyaleta Hayber Pahtunhva, li Wezîrîstan a Bakûr û herêma Dêra Îsmaîl Xan şer derket û artêşê 4 mîlîtanan kuşt.
Pakistan nabêje çekdarên hatin kuştin endamên kîjan rêxistinê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin