YSKê, biryarên hilbijartinan ragihandin

YSKê, biryarên hilbijartinan ragihandin

PeyamaKurd- Li gorî biryarên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ên di civînên duh de hatin dayîn, li Tirkiyeyê dê di 190 hezar û 736 sindoqan de 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengên xwe bidin.

Biryarên ku YSKê di civînên duh de girtin di Rojnameya Fermî ya îro de hatin weşandin.

Di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a Meclisê ya ku di 14ê Gulanê de bên kirin de li welêt bi giştî di 190 hezar û 736 sindoqan de 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dikarin dengê xwe bidin. 

Hat diyarkirin ku li dervayî welêt 3 milyon û 286 hezar û 786 kes dê li 4 hezar û 969 sindoqan dengên xwe bidin.

Çapkirina pusûleyên hilbijartina serokomariyê di 12ê Nîsanê de dest pê dike û çapkirina pusûleyên ku dê di hilbijartinên parlamentoyê de bên bikaranîn jî di 19ê Nîsanê de dest pê dike.

Ji ber ku hilbijêrên li derveyî welat dê pêşwext dest bi dengdanê bikin, YSK dê ji her sindoqê re şablonek ji bo kesên astengdar bişîne.

Li gorî biryarê, hilbijartin derbasî gera duyemîn bibe dê bi giştî 249 milyon û 670 hezar û 310 pûsûleyên dengan ên bi hev re di 28ê Gulanê de bên bikaranîn bên çapkirin.

Her wiha hat zanîn ku piştî ku teşeyê pûsûleyan hat diyarkirin û gihîştina qonaxa çapê, bi jimartina cihên ku mohr li ser kaxizê tê çapkirin dê qulên mohr bên çêkirin. Ji bo hilbijartinan dê 814 hezar û 120 şablonên dengdanê yên astengdarên dîtinê bên çêkirin û ev şablon dê ji aliyê YSKê ve ji navendên dengdanê yên li Tirkiye û derveyî welêt re bên şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin